H’emû nûçeSereke

Li ber çevê temamîya dinîyayê Qerebag li ber qezîya hûmanîtarî  sekinîye: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Niha, dema ku em xeber didin, 120 000 ermenîyên Qerebagê nava dogirtinêda mane û ji temamîya dinîyayê qetîyayîne. Armênprsêsê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa tevî wezîra Almanîyayêye karên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

“Eva îdî serê du mehaye ku ew yek berdewam dibe. Gelo hûn tînin ber çevê xwe ku du meha meriv nikare aza here û bê.

Li ber çevê temamîya dinîyayê Qerebag li ber qezîya hûmanîtarî sekinîye.Nava qewilên zivstana sarda dema ku gaz û ênêrgîya êlêktrîkî herroj tên birînê, malbet ketine nava hesarê, zarok ji mafê xwendinê miqûf mane, nexweş nikarin dermankirina pêwîst bistînin û gelek tiştên mayîn.Ev hemû tişt encamê wê yekêye wekî Adirbêcanê elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î teribandîye û borcdarîyên xwe naqedîne û serbara serda jî korîdora Laçînê daye girtinê, ya ku ew rîya tek-tenêye ku Qerebagê dinîya derva dide girêdanê”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî girtina korîdora Laçînê û usa jî kirinên Adirbêcanêye agrêsîve mayîn bi wî meremî tên kirinê, ku binelîyên Qerebagêye ermenî mecbûrkin ku ew cîh û warên xwe bihêlin û derkevin, bi wê yekê ji mafê jîyîna li welatê wan miqûf bihêlin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button