H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê serokê Tirkîyayêra bi têlefonê xeberdaye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi telefonê serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdoganra qise kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî serokwzîr serxweşî daye serokê Tirkîyayê û cimeta wê, girêdayî erdheja qewimîra, rûyê kîjanêda gelek meriv bûne qurbanî.Nîkol Paşînyan birîndarara qencbûna lez xwestîye û serda zêde kirîye wekî teyara hêzên bona alîkarîyê hazir dibe ku ji firegeha “Zvartnos” ê derkeve û berê xwe bide Tirkîyayê.

Receb Tayîb Êrdogan razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hukumata Tirkîyayê piştgirîya Ermenîstanê bilind qîmet dike û wê gavê çawa ya girîng nava kûrbûna dîyaloga pêşerojêda hesab dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button