H’emû nûçeSereke

Vekirina korîdora Laçînê girînge û Adirbêcan tevî Rûsîyayê gerekê borcdarîyên xwe biqedînin: wezîra Almanîyayêye karên der

Wezîra Almanîyayêye karên der Annalêna Bêrbikê derheqa girtina korîdora Laçînêda xeberdaye û gotîye, wekî li Qerebagê halê hûmanîtarîyî giran pêşda hatîye.

Wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der, wezîra Almanîyayê gotîye: “Ew yek girînge wekî dorgirtina korîdora Laçînê bê hildanê û Adirbêcan tevî Rûsîyayê borcdarîyên xwe biqedîne. Me, çawa Yekîtîya Avropayê, dîtindarên navneteweyî şandine”.

Ewê serda zêde kirîye, wekî niha prîskeke here biçûk jî dikare agirekî mezin pêşda bîne. Bi gotina wezîra Almanîyayêye karên der, Almanîya jî beşdarî wê mîsîya dîtindarîyê dibe. “Em dibêjin, wekî mîsîya meye dîtindarîyê şuxulkarîya nêytrale.Ev yek gelekî girînge, çimkî ew yek gerekê bona Adirbêcanê jî kardarbe. Meriv tenê bi hevraxeberdana dikare aşîtîyê û qewînbûnê çêke”,- wezîrê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button