
Banka Avropayêye pêşdaçûyînê, girêdayî îşê ruşetxwerinê û xapandinêra, yê serokê wekîltîya Adirbêcanêye wê sîstêmêda lêpirsîn destpê kirîye.
Du krêdîtorên azêrî, yê wê bankê Zemîn Elîyêv û Kyanan Resûlov, yên ku serokên du kompanîyayên li wirin, cêrge dokûmênt feş kirine û melûmetî derheqa feşkirina gelek dokûmêntada gihîştine dêpartamênta lêpirsînê, ya bankêye li Londonê.
Hatîye zelalkirinê wekî herdu krêdîtor jî perên ji bankê stendî bi meremên kifşkirî nedane xebatê. Zemîn Elîyêv ji bankê 14 mîlyon yûro stendîye, lê Kyanan Resûlov 2,4 mîlyon dolar.Herdu jî ji borcdarîyên xweye bacdayînê dûr ketine.







