SerekeSîyasî

Kurdistanê kompanîya bona alîkarîya bo zîyankêşên erdhejêye li Tirkîyayê û Sûrîyayê destpê kirîye

Hukumata Herêma Kurdistanê kompanîya bona alîkarîya bo zîyankêşên erdheja li Tirkîyayê û Sûrîyayê destpê kirîye. Ev birîyar 8 ê sibatê wextê civîna hukumatê, ya bi serkarîya serokwezîr Mesrûr Barzanî hatîye qebûlkirinê.

Destpêka civînêda, serokwezîr Barzanî ji navê şêwira wezîra serxweşî daye wan malbeta, endamên kîjana wextê erdheja li Tirkîyayê û Sûrîyayê bûne qurbanî. Serokwezîr usa jî gotîye wekî Kurdistan amadeye piştgirîyê bide zîyankêşên erdhejê”,- nava elametîya hukumata Herêma Kurdistanê hatîye gotinê.

Em bêjin, wekî komên piştgiraye ewlin hema roja ewlin jî ji Kurdistanê gihîştine Tirkîyayê. Serokwezîr gotîye wekî ew prosês wê berdewambe û îdî gav hatine avîtinê bona ku komên piştgirîyê bişînine Sûrîyayê jî.Wextê civîna hukumatê usa jî hatîye gotinê, wekî gerekê  kompanîyayên berfireh bona piştgirîya bo zîyankêşên erdheja li Tirkîyayê û Sûrîyayê bêne teşkîlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button