H’emû nûçeSereke
“Navkirina pêwandîyên tevî Moskvayê çawa yên krîzeyî tiştên zêdekirîye”: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, derheqa pêwandîyên ermenîya-rûsada xeberdaye û gotîye, wekî di navbera herdu welatada pêwandîyên tifaqdarîyêne.
“Di navbera welatên meda pêwandîyên tifadarîyêne û di navbera meda gelek qayîlîyên dualî û piralî hene, usa jî hevraqayîlnebûn nava hinek pirsada hene, lê ew yek li ber çevaye. Niha heger dema ku dibêjin ku pêwandîyên me yên krîzeyîne, ewê tiştekî gelekî zêdekirîbe.Em tevî hevkarên xweye rûs her dem nava pêwandîyadanin.Em pirsên piralî bi hevra gotûbêj dikin”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.







