Elametîya Adirbêcanêye derheqa wê yekêda wekî ewê xirabkarîyên hêzên xweye leşkerî bide lêkolînkirinê, nerast bû

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa nama Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya ser navê Adirbêcanê daye dîyarkirinê, bi kîjanê dewê ji Adirbêcanê dikin ku şirovekirina raberkin derheqa wê yekêda ku çawa wextê êrîşa dijî Ermenîstanê hêzên Adirbêcanê xirabkarîyên çi cûreyî kirine. Derheqa wê têmayêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan xeberdaye.
“Me gelek cara derheqa pêwîstîya lêkolînkirina navneteweyîda ya derheqa xirabkarîyên Adirbêcanêda bi dengê bilind gotîye û dew kirîye ku gunehkara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.
Nava wê dewekarîyêda bersiva organîzeyêda xemgînî hatîye elamkirinê û pêra jî bangî Adirbêcanê kirine ku hemû mecalên pêwîst bidine xebitandinê bona ku tiştên wî cûreyî newekilin û wan meriva li ber cabdarîyê bidine sekinandinê, yên ku bona wan xirabkarîya cabdarin.
Tê bîra hemûya wekî bona milahîmkirina hêrsa civaka navneteweyî, Adirbêcanê payîza derbazbûyî elam kir wekî ewê bi xwe lêkolîn destpê kirîye. Paşê hate kifşê, wekî ew name qet nehatîye hesabhildanê jî û ew çi ku Adirbêcanê gotibû, nerast bû.
Organîzeyê usa jî bersiva derheqa xirabkarîyên wextê şerê 44 roje nestendîye”,- Vahan Hûnanyan gotîye.







