H’emû nûçeSereke

Xamênêî derheqa îzinnedayîna guhartinên sînorada elamî  serokên Tirkîyayê û Rûsîyayê kirîye

Sala 2022 a da ji alîyê Îranêda bi dereca  here bilind pêwandîyên ermenîya-îranîya hatîye dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê îdara welatên cînar, ya wezîreta Ermenîstanêye karên der Grîgor Mêlkonyan gotîye.

Ewî bîr anîye wekî tîrmeha sala 2022 a, wextê hevdîtina tevî serokê Tirkîyayê, rêberê Îranêyî ruhanî Elî Xamênêî gotîye ku heger sînorê Îranê û Ermenîstanê bê girtinê, wî çaxî Komara Îranê wê dijî wê yekê derkeve.Mêlkoyan usa jî serda zêde kirîye wekî wextê tevî serokê Rûsîyayê rêberê Îranêyî ruhanî gotîye, wekî Îranê tu cara sîyaset yan jî progiramekê qebûl neke, ya ku wê sînorê Ermenîstanê û Îranê bide girtinê.

Mêlkonyan usa jî gotîye wekî îlona sala 2022 a serokê Îranê wextê qisa bi têlefonê, ya tevî serokwezîrê Ermenîstanê ew gotinên Xamênêî bîr anîne û gotîye wekî ew yek tiştê îzinnedayînêye.

Bi gotina Mêlkonyan bûyara sereke, ya nava pêwandîyên dualîda dîsa sala 2022 a bû, dema ku Îranê konsûlxana xweye sereke li Kapanê vekir, li kîderê usa jî wezîrê Îranêyî karên der amade bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button