Evana ew merivin, tirk û azêrîyên hizkirî, kîjan bona we bibûn yên pêkenînê û hûn difikirîn nîvê dinîyayê ya weye: Lêvan Salûgêlaşvîlî

Malpera gurcîye Progressnews.press ê fikirên Lêvan Salûgêlaşvîlî, yên derheqa koma ermenîye li Tirkîyayê raber kirîye.
Lêvan Salûgêlaşvîlî hiqûqzanê yekîtîya hiqûqzanên Gurcistanêye.Ew berê çawa rojnamevan kar kirîye.
“Vî şikilî gerekê hûn bîra xweda xweykin, dixwezî tirkbe, dixwezî azêrî.Emê hêvîdarbin, wekî sibê wê ji dêrên mesîhîya nexşên li ser dêra û xaçên wan, yan jî mexbera xirab nekin.Ez bêjim wekî mexber usa hatine xirabkirinê, wekî xweyê wan mirîya mecbûr bûne mexbera vekin û hestûyên mirîyên xwe tevî xwe bibin, dema ku ji Qerebagê derdikevin.
Kê gotîye wekî şer tiştekî mayîne, lê qezîya tebyetê jî tiştekî mayîne? Qurbanîyên nava şêrda û usa jî yên wextê qezîya tebeytê ji hev cuda nabin. Roja îroyîn endamên koma ermenî bona min qehremanên hejmara yekêne, çimkî ew bedena leşkera jina ermenî, ya ku bi hovane hatibû eblûkirinê, hê sar nebûye, çimkî min bi çevê xwe dîtîye û wê vîdêoyê hetanî roja îroyîn li cem xwe xweyî dikim, ku çawa qerfê xwe li wî xortî dikin, yê ku li ber mexberê bavê xwe digrî…
Li piş van mêrxasên ermenî êşeke mezin heye, lê ew roja îroyîn hatine û alî neyar dikin, yê ku ji roja komkujîyê destpêkirî dicêribîne wana tune bike.
Çimkî wextê şerê Qerebagê bêdengî bû. Tu kes bona jin û zarok, xort û mezin, cimeta li wir yên ku dihatine kuştinê, xemgîn nîbû û hema tenê bi wê menîyê wekî digotin ku ew ax ya Adirbêcanêye.
Bona wê yekê xebata van meriva qîmetkin û razalixîyê elamî wan bikin.Evana ew merivin, tirk û azêrîyên hizkirî, yên ku bona we bibûne yên pêkenînê”,- Salûgêlaşvîlî nivîsîye.







