H’emû nûçeSereke

Hukumê li ser Adirbêcanê zêdekin û mîsîya navneteweyî bişînin li wir: wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê

Wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya  Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê Armên Papîkyan wextê civîna şêwira organîzeyê derheqa pirsgirêka li korîdora Laçînê, dorgirtina wêda û halê krîzeyî daye dîyarkirinê.

Bayloz gotîye wekî eva îdî serê du mehaye ku cimeta Qerebagê nava dorgirtinêdane, xurek, usa jî dû-derman nagihîjine Qerebagê. Hatîye dîyarkirinê, wekî nava qewilên zivstana sarda, Adirbêcan bi zanebûn gazê, ênêrgîya êlêktrîkî dide birînê û meremê wêyî tek-tenê ewe ku cimeta Arsaxê ji malên xwe derkevin, ji mafê jîyîna li welatê xwe miqûf bimînin.

Ewî bangî endamên organîzeya Avropî kirîye, ku hukumê li ser Adirbêcanê zêdekin. Papîkyan gotîye wekî pêwîste ku cîda hal qîmetkin bona ku agrêsîya nû mîyaser nebe û bo wê yekê jî gerekê mîsîya navneteweyî bişînine korîdora Laçînê. Armên Papîkyan serda zêde kirîye wekî Adirbêcan normên mafê hûmanîtarî diteribîne û elametîya 9 ê mijdarêye sêalî hesab hilnade, dîlên ermenî li cem  xwe xweyî dike, lê yazîya gelek meriva jî eyan nîne.Ewî usa jî derheqa tunekirina mîrata ermenîye  dîrokî-çandî  xeberdaye, ya ku bin kontrola Adirbecanêda maye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button