H’emû nûçeSereke
Li Rûsîyayê hemû kes nîne ku ji mîsîya Avropayêye li Ermenîstanê nerazîne:Alêksandrov

Mîsîya Yekîtîya Avropayê wê ji alîyê xweda tehsîra xwe li ser alîyê Adirbêcanê bihêle. Derheqa wê yekêda sîyasîzanê rûs Mîxayîl Alêksandrov gotîye. Pêşezan bîr anîye, wekî mîsîya Avropî wê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bê cîhwarkirinê, lê ne ku li korîdora Laçînê, yanê jî li Qerebagê. Ewî serda zêde kirîye, wekî Rûsîya nava wê yekêda qezîyayê navîne.
“Doranên piştgirên azêrîya, yên li wezîreta Rûsîyayêye karên der nava wê yekêda qezîyayê texmîn dike. Ew ji vê mîsîyayê nerazîne, çimkî ew fem dikin wekî ev mîsîya wê Adirbacanê bide sekinandinê ku agrêsîyayê dijî Ermenîstanê mîyaserke”,- Alêksandrov gotîye. Bi gotina sîyasîzan, Rûsîya gelekî hêsa nêzîkî mîsîya Avropî dibe û serbara serda jî difikire wekî ew yek xirab nîne.







