H’emû nûçeSereke
Hejmara qurbanîyaye li zona erdhejê diha gelekî zêdeye, ne ku çawa kanîyên fermî raber dikin:Cumhuriyet

Li Tirkîyayê gelek meriv hindava hejmarên qurbanîyên li zona erdhejê şikberin, yên ku bi fermî tên raberkirinê.
Rojnama tirkîye Cumhuriyet ê nivîsîye wekî hejmara kuştîyaye rast diha zêdeye.
Ev hemû tişt girêdayîye wê yekêra ,wekî rûyê halê giranda gelek meriv cinyazên merivên xwe bêyî rêgîstrasîyakirina li byûroya anegor teslîmî axê dikin. Ew yek jî dide kifşê, wekî hejmarên fermî diha kêm didine kifşê, ne ku yên rast. Wedekî dirêj wê bê xwestinê, wekî hemû navên nerêgîstrasîyakirî bikevine nava wan navnîşa.







