H’emû nûçeSereke

Li gorî melûmetîyên wekîlê dîyasporayê rûyê erdheja li Tirkîyayê û Sûrîyayê 13 ermenî bûne qurbanî

Rûyê erdheja wêrankire li Tirkîyayê û Sûrîyayê, 13 ermenî bûne qurbanî.Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wekîlê pirsên dîyasporayê Hovhannês Alêksanyan gotîye.

“Rojên ewlin înformasîya bi kanalên cûre-cûre dihatine stendinê û  dijwar bû melûmetîyên rast belav bikirana”,- Hovhannês Alêksanyan gotîye.

Bi gotina wî usa jî birîndar hene û piranîya wan emlyetkirîne.

Hatîye dîyarkirinê, wekî înformasîyayên derheqa zîyankêşada yên dawî nînin. Li Tirkîyayê îdî derehqa ji 30 000 qurbanîyada dibêjin, lê gorî melûmetîya li Sûrîyayê ew hejmar  ji 1400  merivî  zêdetire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button