H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bo berdewama pêwandîyên tevî Hindistanê hewaskare: Nîkol Paşînyan rastî baylozê Hindistanêyî li Ermenîstanê hatîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr baylozê Hindistanêyî li Ermenîstanê Kîşan Dan Dêval qebûl kirîye, yê ku mîsîya xweye dîplomatî li Ermenîstanê ser hevda anîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî serokwezîr xebata bayloz, ya bona qewînkirina pawandîyên ermenîya-hindaye dostîyê girîng hesab kirîye û bona şuxulkarîya wîye pêşerojê açixî xwestine.

Nîkol Paşînyan hevkarîya dualî, ya nava êkonmîkayê, êkolocîyaye, perwerdê û govekên mayînda bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan hewaskare ku potênsîyala nava heleqetîyên dualîda bê mîyaserkirinê û berdewambe.

Baylozê Hindistanê bona qîmetkirina bilind razalixî elamî serokwezîrê Ermenîstanê kirîye û daye dîyarkirinê, wekî wextê xebata wîye li vir, ewî cedandinên xwe dane xebatê bona ku pêwandîyên dualî diha qewînbin. Xêncî wê yekê usa jî dora pêşxistina pêwandîyên dualî fikir hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button