
Wekîlê Tirkîyayêyî nava hevraxeberdanên bona normalkirina pêwandîyên tevî Ermenîstanê Serdar Kiliç rûpelê xweyî Twittere da razalixî elamî wan welata kirîye, yên ku piştî erdhejê alîkarî dane Tirkîyayê.
“Cuda-cuda em niqtkin. Bi hevra em dibine okêan”,- Kiliç nava nivîsara xweda xeberên klasîkê caponî Ryûnosûkê Satoro dane xebatê.
“Eva ew roje wextê ku me esil û dînên xwe danîne alîkî û me qirar kirîye dereca merivatîyêye here bilind bidine kifşê. Bila duayê Xwedê li ser we hemûyabe”,- Kiliç nivîsîye.
Em bêjin, wekî hê pêşda Kiliç bona şandina alîkarîyê razalixî elamî Ermenîstanê kiribû.







