Ararat Mîrzoyan derheqa amadebûna Ermenîstanê ya bona normalkirina heleqetîyên tevî Tirkîyayê careke mayîn îzbat kirîye

Dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan çûye Tirkîyayê. Li firegeha Enqerê pêşwazîya dêlêgasîya ermenî kirîye wekîlê Tirkîyayê, yê nava pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê Serdar Kiliç. Piştî wê yekê qisa başqe ya wezîrên Ermenîstanê û Tirkîyayêye karên der pêk hatîye û piştî wê yekê jî hevdîtina berfireh derbaz bûye.
Dêlêgasîya Ermenîstanê li bajarê Adîyemanê qesidîye, li kîderê rastî koma ermenî hatîye, ya ku piştgirîyê dide binelîyên bajêre ji erdhejê zîyanêketî.
Piştî hevdîtina Ararat Mîrzoyan û Mêvlût Çavûşoglû ew bi elametîyava pêşda hatine.
“Hevdîtina meye îroyîn vê qezîya erdhejêva girêdayîye, rûyê kîjanêda gelek meriv zîyanê ketine, lê nava vî wedê giranda ez careke mayîn dixwezim bidime kifşê, wekî bona çêkirina aşîtîya li herêmê û bi taybetî normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê, usa jî vekirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê, Ermenîstan amadeye”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.
Wezîr gotîye, wekî cêrge pirsên derheqa vê yekêda tevî Çavûşoglû hatine gotûbêjkirinê.
“Em hevra qayîl bûne ku bi cedandinên tevayî pira Anîyê çêkin û pêşîya vekirina sînor, guhdarîya dinîyaye bidine ser sîstêmên anegor”,- Mîrzoyan gotîye.
“Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çavûşoglû gotîye wekî ew hêvîdare ku nava normalkirina pêwandîyên Enqerê û Yêrêvanêda wê bighîjine pêşkeftinê.
“ Îro me tevî hevkarê xwe Mîrzoyan normalkirina pêwandîya gotûbêj kir.Em pevketin ku pêvajoyê bidine lezêxistinê”,- Çavûşoglû gotîye.
“Hevkarê ermenî usa jî derheqa pêvajoya hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê xeberdaye. Heger hersê welat gavê anegor biavêjin ewê alî qewînbûn û aşîtîya li Qafqasîya Başûr bike, lê ew jî bona pêşkeftina êkonomîkî girînge”,- Mêvlût Çavûşoglû daye dîyarkirinê.
Bi gotina wî, xebatên bona amdekirina dergehên sînorê herdu welata berdewam dibin û tên çêkirinê.
Eva seredana Mîrzoyane dueme, ya li Tirkîyayê. Ya ewlin li Antalîyayê bû, li kîderê ew tevî forûma dîplomatî bibû.







