Tirkîya alî wan nehîyên ji erdhejê zîyanêketî nake, li kîderê kurd dijîn: şikyatê dîyaspora kurd, ya li ber ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî

Li ber ofîsa li Yêrêvanê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî wekîlên dîyaspora kurdaye li Ermenîstanê girêdayî 24 salîya girtina Ebdûla Ocelanra şitkyatê xwe elam kirine. Ew dibêjin, wekî Ocelan bêhîm hatîye girtinê û ew bang dikin ku temamîya dinîyayê li ser Tirkîyayê hukum bike bona ku Abdûla Ocelan aza berdin.
Parlamêntvanê kurd û usa jî serokê dîyasporayê Kinyaz Hesenov nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî xêncî wê pirsê usa jî pirsa erdhejêye, ya ku li Tirkîyayê û Sûrîyayê qewimîye û li wan cîha hîmlî kurd dijîn.Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi deha hezara meriv ji erdheja wêrankir zîyanê ketine, bûne qurbanî, birîndar bûne û gelek meriv bêmal-avayî mane.
“90 selefê qurbanîya û birîndara kurdin. Em hatine usa jî qedirê bîranîna qurbanîya bigrin û piştgirîya xwe hindava zîyankêşa bidine kifşê.Em dibêjin, wekî desthilatdarîya tirka bi zanebûn guhdarîyê nade ser cimeta kurd, bona alîkarîyê lez nakeve ku meriva ji bin avaya derxin û encamên erdhejê rast nakin.Em bêkarîya serokatîya tirka gunehkar dikin”,- Kinyaz Hesenov gotîye.







