Têlêvîzîyona Adirbêcanêye dewletê weşana têlêvîzîyonê, ya zindî wî çaxî daye sekinandinê, dema ku Paşînyan derheqa hilbijartinên dêmokratîk û azada xeberdaye

Nava doranên hemcivîna li Myûnxênê, wextê gotûbêjkirinê, beşdarî kîjanê bûne serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî û sêkrêtara Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê Hêlga Şmîdt, halekî balkêş weşana têlêvîzîyîona Adirbêcanêye dewletêda pêşda hatîye.Têlêvîzîyîona Adirbêcanê navbirî daye weşana zindî, dema ku serokwezîrê Ermenîstanê derheqa hilbijartinên dêmokratîk û azada xeberdaye, yên ku piştî şêr hatine derbazkirinê. Derheqa wê yekêda Mikroskop Media ê, ya azêrî, ragîhandîye.
Blogêrê azêrî Manaf Celîlzadê Twittere da nivîsîye: “Dema ku Paşînyan derheqa dêmokratîyayê û azayêda xeber dida, du kanalên azêrîyaye têlêvîzîyonê weşana xwe dane sekinandinê. Birêz Nîkol Paşînyan, spas ji bo te”.







