Axaftinên bona dûrxistina ji peymana aşîtîyê

Li Ermenîstanê hevdîtinên li Myûnxênê û encamên gotûbêjkirina derheqa ewlehkarîya Qafasîya Başûrda tên gotûbêjkirinê. Qîmetkirinên pêşezana mînanî hevdu nînin. Bona şiroçîya dijware wê yekê qîmetkin, ku civîna li Myûnxênê welat nêzîkî peymana aşîtîyê, yan jî şerê nû kir? Nava dorana gotûbêjkirinada ne tenê qisa Paşînyan û Elîyêve, lê guhdarîyê usa jî bê danînê li ser bangên hevdîtinên li Myûnxênê, yên derheqa pirsgirêkên ewlehkarîyêye li herêmê.
Hakob Badalyanê şiroçî qisa Paşînyan û Elîyêv ya li Myûnxênê çawa hevdîtina “ketina nava telê” hesab dike.
Serokê organîzeya civakî Danîyêl Îoannîsyan dicêribîne çevê avropîyada halê li Adirbêcanê himberî yê li Ûkraînayê bike.
Sîyasîzan Sûrên Sargsyan jî bona Ermenîstanê encamên li Myûnxênê çawa yên baş hesab nekirîye.







