H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê mîsîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê, ya ji 100 merivî, xebata xwe destpê kirîye

20 ê sibatê  li Ermenîstanê mîsîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê, ya ji 100 merivî, xebata xwe destpê kirîye. Derheqa wê yekêda Armênprêssê ragîhandîye.

Nava elametîya  çapemenîya Yekîtîya Avropayêda derheqa wê yekêda hatîye dîyarkirinê û hatîye gotinê, wekî  mîsîya bi fermî bi qirara Şêwirê, ya 23 ê çileya sala 2023 a hatîye sazkirinê.

“Cîhwarkirina mîsîyayê ya li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bi wî meremîye ku alî qewînbûna nehîyên li rex sînorên Ermenîstanê bikin, li nehîyên zîyanêketî aminayê û ewlehkarîyê sazkin û usa jî atmosifêra usa sazkin, ya ku wê  alî cedandinên normalbûna pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê bike”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Yekîtîya Avropayê serda zêde kirîye wekî bi tomerî hildayî wê nêzîkî 100 merivî tevî wê mîsîyayê bibin, nava wanda usa jî 50 dîtindarên bêsîlih.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button