SerekeSîyasî

Tirkîya dicedîne formata hevraxeberdanaye nû ya Adirbêcan-Ermenîstan-Tirkîya sazke û Moskvayê bide deranînê: Safrastyan

Dema ku min li Enqerê tevî Ararat Mîrzoyan axaftina wezîrê Tirkîyayêyî karên der Çavûşoglû bihîst, min fem kir wekî Tirkîya dicedîne rola navçîgarîyê hilde ser xwe û formata hevraxeberdanaye nû sazke, ya Adirbêcan-Ermenîstan-Tirkîya. Fikira wî cûreyî akadêmîk û tirkzan Rûbên Safrastyan elam kirîye.

“Ez li ser wê fikirême wekî stratêcîya Tirkîyayê, ya li herêma me bi wê armancêye ku herêmê bike bin kontrola xwe û Rûsîyayê ji vir bide deranînê. Bi deha sala rola Rûsîyayê li vir hebûye û niha jî heye. Niha jî Tirkîya dixweze bi xwe wê rolê hilde  ser xwe.Nava mehên nêzîkda emê wê yekê bibînin ku ew yek wî cûreyîye, yan na”,-Safrastyan gotîye.

Tirkzan li ser wê fikirêye wekî Tirkîya têra navîne gavên praktîk bona normalkirina pêwandîya biavêje. “Tirkîya têra navîne tu gava biavêje, mesele vekirina korîdora Laçînê. Ez difikirim, wekî ew yek progirama tirka û azêrîyaye”,- Safrastyan gotîye.

Bi gotina wî, Tirkîya hewaskar nîne wekî pêwandîyên tevî Ermenîstanê lez bêne normalkirinê, çimkî  bona wê kemala Ermenîstanê tune.

Ermenîstan bona Tirkîyayê qezîyayê raber nake. Qirara serokatîya Tirkîyayê ewe, wekî Ermenîstan diha gelekî hewaskare ku pêwandîyên tevî Tirkîyayê bêne normalkirinê. Bona wê yekê jî Ermenîstan gerekê biha bide. Eve stratêcîya Tirkîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button