
Cêrga avtomaşîna, ya bi alîkarîya hûmanîtarî barkirî gihîşitîye mehelên Şêx Maksûdê û Eşrefîyê.Eva beşeke alîkarîya navneteweyîye, ya ku şandine Sûrîyayê, bona ku bidine zîyankêşên erdhejê.
Komîtêya piştgirîyê, ya li wir daye dîyarkirinê, wekî ewê destbi belavkirina alîkarîyê bike.
Hukumata Sûrîyayê mînanî berê dijwarîya bona derbazbûna avtomaşînên bi alîkarîya hûmanîtarî saz dike, ya bona bakûr-rojhilatê Sûrîyayê.







