H’emû nûçeSereke

Piştgirîya hûmanîtarî ya ji alîyê Ermenîstanêda hinekî Tirkîyayê dudilî dike ku piştgirîyê bide sîyaseta Bekûêye dijî ermenîya: pêşezan

Erdheja li Tirkîyayê û piştgirîya hûmanîtarî ya ji alîyê Ermenîstanêda, hinekî Enqerê dudilî dike ku piştgirîyê bide sîyaseta Bekûêye dijî ermenîya.Fikira wî cûreyî pêşezanê pirsên herêmî Armên Pêtîrosyan raber kirîye.

Pêtrosyan gotîye, wekî li Myûnxênê bi teşkîldarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hevraxeberdanên Adirbêcanê û Ermenîstanê pêk hatin. Bi gotina wî, piştî hesara wedekî şuxulkarîya hevraxeberdana, ya di navbera Bekûyê û Yêrêvanêda tê dasekinandinê.

Pêşezan usa jî destpêka mîsîya dîtindarîyê ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, çawa faktora atmosifêra ewlehkarîya herêmî hesab dike.

Pêtrosyan usa jî derheqa beşdarbûna Rûsîyayêda gotîye û daye dîyarkirinê, wekî beşeke cedandinên dîplomatîya Yêrêvanê gerekê berbi milahîmkirina gavên Rûsîyayêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button