H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Gûtêrêş pirsên derheqa şandina mîsîya netewên yekbûyî, ya li Qerebagê û korîdora Laçînê gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêş qise kirîye. Xeberdan derheqa krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê, ya ku rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye, çûye.

Bi taybetî pirsên derheqa şandina koma netwên yekbûyîye li Qerebagê û korîdora Laçînê hatine gotûbêjkirinê. Herdu alîya jî dane dîyarkirinê ku pêwîst û girînge ji alîyê Adirbêcanêda ew korîdor bê vekirinê.Pevketin hatîye destanînê ku gotûbêjkirinên dora şandina koma netewên yekbûyî bikin. Antonîo Gûtêrêş gotîye wekî ewê pirsê merkeza guhdarîyêda xweyke.

Xeberdan usa jî derheqa birîyara mehkema navneteweyîda çûye, bi kîjanê hatîye dîyarkirinê, wekî korîdora Laçînê gerekê bê vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button