H’emû nûçeSereke

Halê li korîdora Laçînê sazbûyî dewa kirinên lez dike: elametîya raportkirên parlamênta Avropayê

Raportkirên monîtorînga li Ermenîstanê, yên civîna Şêwira Avropayê Kîmmo Kîlyûnên û Boryana Obêrg, bi meremê qîmetkirina halê dora korîdora Laçînê sazbûyî û halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya ji 17 a hetanî 19 ê sibatê li Ermenîstanê bûn, lê piştî wê yekê bi elametîyêva pêşda hatine.

“Halê li dora korîdora Laçînê sazbûyî dewa kirinên lez dike. Binelîyên Qerebagê hetanî roja îroyîn nikarin bi korîdora Laçînê herin û bên û gotine wekî li herdu alîyê korîdorê jî 954 meriv hatine cîhwarkirinê. Îzinê didin tenê avtomaşînên xaçê Sor û aşîtîparêzên ermenî ku ew bi wê rêyê herin û bên, lê ew yek jî têra hewcetîyên binelîyên Qerebagê nake. Li gorî elametîya sêalî, ya 10 ê mijdara sala 2020 î û çûyîn-hatina transportêye aza gerekê lez bê dasekinandinê.

Xêncî wê yekê gaza ku diçe Qerebagê û ênêrgîya êlêktrîkî dubare didine sekinandinê, mafên binelîya tên pêpeskirinê, gelek meriva xebatên xwe unda kirine, zarok ji xwendinê miqûf mane, çimkî rûyê wê yekêda mekteb hatine girtinê.

Em mîsîya sîvîl, ya Yekîtîya Avropayê silav dikin. Em bangî herdu alîya dikin ku gotûbêjkirina dora dîyarkirina sînora derbazkin û  bi hevra pevkevin, ku eskerên herdu alîya paşda vekişînin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button