Hukumat pêşnîyar dike ku bona bangên ji bo dûrketina ji desthilatdarîya cîh, cabdarîyê pêşda bikişîne

Hukumata Ermenîstanê pêşnîyar dike ku bona bangên ji bo dûrketina ji desthilatdarîya cîh, cabdarîyê pêşda bikişîne. Derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîya parlamênta Ermenîstanêye dewletêye hiqûqî, wextê gotûbêjkirina projeya guhartinên nava kitêba qanûnada, cîgirê wezîrê edelatê Lêvon Balyan gotîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî kirinên bona bi destê zorê û gefxwerina sînorkirina desthilatdarîya li Komara Ermenîstanê, wê ew meriv bên cezakirinê. Gilî usa jî derheqa bangên wê yekêdane.
“Li gorî qanûndarîya niha, bona kirinên wî cûreyî cezakirin têra nayê dîtinê. Heger guhartin nava kitêba qanûnada bê kirinê, ew meriv gerekê bi wedê 10 hetanî 15 sala bêne girtinê”,-cîgirê wezîr gotîye.
Bona bangên derheqa dûrketina ji desthilatdarîyê, cezayên cûre-cûre hene, yan jî cirm heye.
Piştî gotûbêjkirina, komîsîya parlamêntê begemîya xwe daye wê projeyê.







