Zûtirekê kompanîyayên hindî wê învêstîsîyayên xwe li Ermenîstanê bikin: borcbirê baylozê Hindistanê

Nava van herdu salên dawîda hevkarîya ermenîya û hinda nava govekên cuda-cudada aktîv bûne. Goveka here girîng ya kirîn-frotanêye û pêşerojêda wê pêwandîyên kirîn-frotanê diha qewînbin. Derheqa wê yekêda borcbirê baylozê Hindistarnêyî li Ermenîstanê Têcas Pagar gotîye.
“Pêwandîyên kirîn-frotanê, yên di navbera ermenîya û hinda kûr bûne.Sala par dêlêgasîya bîznêsmêna, bi serkarîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, li Hindistanê qesidîn.Ezê nebêjim bi kîjan alîya, lê zûtirekê hûnê pêşkeftina piralî bibînin û bîznêsmênên hind wê învêstîsîyayên mezin li Ermenîstanê bikin. Ewê nava govekên cuda-cudada dîyarbin”,-bayloz gotîye.
Bi xeberdana derheqa wê yekêda, wekî Adirbêcan ji Ermenîstanê dewa korîdora der dike, lê Îran jî dibêje wekî ew dijî guhartina sînoraye, baylozê Hindistanê gotîye: “Hindistanê tabîya xweye fermî îdî raber kirîye û li şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî jî me derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê”.







