H’emû nûçeSereke
Cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayê li gorî berjewandîyên Ermenîstanê bû: Sargîs Xandanyan
Ermenîstan naxweze ku welat bibe dika pevçûyînên gêopolîtîkî. Feqet cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayê ya li ser sînor li gorî berjewandîyên wê bûn. Derheqa wê yekêda endamê dêlêgasîya Ermenîstanê, ya nava parlamênta Avropayêda Sargîs Xandanyan gotîye rojnamevana.
Rojnamevana pirs dane wî û hîvî kirine ku ew elametîya wezîrê Rûsîyayêye karên der Sêrgêy Lavrov, ya li Bekûyê belavkirî, şiroveke.
Bi gotina wî pêwîstîya cîhwarkirina dîtindara piştî êrîşa Adirbêcanêye salên 2021-2022 a pêşda hatîye.
Ewî gotîye wekî bi qîmetkirina desthilatdarîyê mîsîya ewlin hukumê baş li ser hal hiştîye.“Cîhwarkirina wededirêj dikare alî sazbûna atmosifêra aşîtîyê û ewlehkarîyê bike”,- parlamêntvan gotîye.