SerekeSîyasî

Hevraxeberdanên Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmana yên bona bijartina, pêşda diçin

Byûroya hilbijartina, ya partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê nava pirsên girîngda hevra qayîl bûne.Gilî derheqa hilbijartinên parlamêntîyêdane, bi taybetî bona rastkirina qanûna derheqa hilbijartinada.

Du partîya li Hewlêrê rastî  hevdu hatine û wextê prêss-konfêransê jî elam kirine ku ew pevketine ku gavên parktîk bona derbazkirina hilbijartina biavêjin.

Ew usa jî qayîl bûne, ku komîsîya hilbijartina bidine aktîvkirinê. Hîvîyêne wekî partîyayê dîsa rastî hevdu bên bona ku pirsên derheqa kivotada, yên bona kêmjimarên êtnîkî û dînî gotûbêj bikin.

Hilbijartinên parlamêntîyêye li Kurdistanê gerekê cotmeha sala derbazbûyî pêk bihata, lê rûyê hevraqayîlnebûnada ew hatine paşdaêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button