H’emû nûçeSereke

Gerekê usa jî ji alîyê mafê xweqirarbûna welatîyên Qerebagê pirsê bi rîya edil helkin: Şols

Almanîya rûyê halê hûmanîtarîda, yê li ser hidûdê Ermenîstanê, Adirbêcanê û li Qerebagê xemgîne. Almanîya wê yekê girîng hesab dike wekî bona gihîştina helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil, yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û Adirbêcanê, usa jî mafê xweqirarbûna welatîyên Qerebagê bêne hesabhildanê. Derheqa wê yekêda li Bêrlînê, wextê prêss-konfêransa tevî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, kanslêrê Almanîyayê Olaf Şols gotîye.

Şols usa jî ew yek girîng hesab kirîye, wekî Ermenîstan û Adirbêcan  gav bi gav berbi helkirina pirsgirêkêye wededirêj herin. Serokwezîrê Ermenîstanê bûyarên van axirîyaye li Qerebagê raberî Şols kirîye.

“Statûs-kivo nikare berdewambe û gerekê boy xweşbextîya meriva pirsgirêkê bona wedê dirêj helkin.Wî alîlda pêwîste ku yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û Adirbêcanê û usa jî mafê xweqirarbûna welatîyên Qerebagê hesab hildin. Ev hemû prînsîp wekehevin”,- kanslêr gotîye.

Almanîya piştgirîyê dide cedandinên Şarl Mîşêl. Şols daye dîyarkirinê, wekî Almanîyayê ew yek  bi şandina teşkîla almanî nava mîsîya avropîye dîtindarîyê kirîye.

Şols pevguhartina fikiraye li Prahayê û Myûnxênê, ya Paşînyan û Elîyêv çawa gaveke baş hesab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button