H’emû nûçeSereke

Li mehkema navneteweyî dijî Tirkîyayê bona “xirabkarîyên dijî merivatîyê” îş hatîye raberkirinê

Hevaltîya Bêlçîkayêye hiqûqî Van Steenbrugge Advocaten û ya civakîye li bêlçîkayê Turkey Tribunal û yekîtîya dozgerên avropî Magistrats Européens pour la Démocratie et les Libertés li Haagayê elam kirine, wekî  li mehkema navneteweyî dijî Tirkîyayê bona “xirabkarîyên dijî merivatîyê” îş hatîye raberkirinê.

Bi qîmetkirina advokata, bêyî prosêsên mehkemê, li Tirkîyayê 200 000 meriv hatine zêrandinê, bêser-berate unda bûne, yanê jî hatine girtinê û gunehkarkirinê, bi taybetî li Bêlçîkayê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî ji sala 2016 a da ji alîyê nevsên tirkaye fermîda, zêrandin û revandina meriva hatine mîyaserkirinê û ew kirin xirabkarîne, yên dijî merivatîyê.

Tirkîya qirarên mehkema navneteweyî nas nake, çimkî Enqere alîyê statûsa mehkema navneteweyî nîne, ya ku komkujîyê, xirabkarîyên dijî merivatîyê, xirabkarîyên leşkerî û agrêsîyayê çawa xirabkarîyên navneteweyî hesab dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button