
Serokwezîrê Îraqêyî berê, serokê yektîya “Serkeftin” ê Heydar Al Abadî bi seredana fermî çûye Kurdistanê, li kîderê hevdîtinên cuda tevî nevsên kurdaye fermî pêk hatine, wextê kîjana bûyarên sîyasîye li welêt hatine gotûbêjkirinê.
Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî Heydar Al Abadî qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê halê sîyasî, yê li Bexdayê û gavên bona helkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda hatine gotûbêjkirinê.
Alîya derheqa girîngîya rêformên hukumata fêdêral û hevkarîya tevayîda dane dîyarkirinê.
Abadî usa jî rastî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatîye.Alî qayîl bûne ku qewilên milahîm bona dîyaloga di navbera Hewlêrê û Bexdayêda sazkin û bona helkirina pirsa dêlêgasîyayên herdu alîya bişînin.

Wextê hevdîtina tevî serokwezîr Mesrûr Barzanî, Abadî têmayên cuda-cuda raber kirine û halê êkonomîkî tevî serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.








