Bo çi Ermenîstan?: faktora ermenîye biçûk nava lîstika hindîye mezinda

3-4 ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan beşdarî civîna li Nyû Dêlîyê, ya bi sernavê “Dîyaloga Raîsîna”, bûye.
Pêwandîyên Ermenîstanê û Hindistnêye piştî şerê sala 2020 î aktîv bûn. Cotmeha sala 2021 ê wezîrê Hindistanêyî karên der bi seredana fermî hate Ermenîstanê.Ev seredana li Ermenîstanê ya ewlin bû. Paşê nîsana sala 2022 a wezîrê Ermenîstanêyî karên der bi serelan çû Hindistanê.
Piştî wê seredanê, 4-5 ê tîrmehê li Yêrêvanê civîna komîsîya herdu welataye ortehukumatîyê pêk hat. Paşê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan çû Hindistanê. Vê cara dawî, xêncî wezîrê karên der, cîgirê serokê parlamênta Ermenstanê Hakob Arşakyan jî li Hindistanê bû. Nava encamên van seredanada hatîye elamkirinê, wekî nava goveka leşkerîda Yêrêvanê û Dêlîyê rêyên hevkarîyê dîtine.







