H’emû nûçeSereke

Elametîya wezîreta Arsaxêye karên der girêdayî êrîşa koma azêrîyaye dîvêrsîyonra

5 ê adarê, seheta 10 a koma  azêrîyaye dîvêrsîyon xeta pêşin teribandîye û êrîş birîye ser avtomaşîna polîsîyayê. Nava encamê êrîşêda sê xebatkarên polîsîyayê hatine kuştinê û yek jî birîndar bûye.Şirovekirina pêşin îzinê dide ku van kirina çawa opêrasîyona leşkerî navkin.

Êrîşa koma azêrîyaye dîvêrsîyon teribandina elametîya 9 ê mijdarêye û ew yek dide kifşê, wekî alîyê azêrîya dicedîne hal bide sertkirinê.

Pêşda, 2-3 ê adarê jî li nehîyên Martakêrtê û Martûnîyê, usa jî nehîya Askêranê agirbest ji alîyê azêrîyada hatîye teribandinê.Bi kirinên  xwe  Bekû eşkere dide kifşê, wekî  ew helkirina pirsgirêkê înkar dike.Nava qewilên roja îroyînda yên ku rûyê  girtina korîdora Laçînêda pêşda hatine, ev kirin şedetîyê didin wekî Adirbêcanê merem danîye pêşîya xwe ku paqijkirinên êtnîkî mîyaserke.

Ber çevaye, wekî civaka navneteweyî  mecalên anegor nade xebatê û ew yek ji alîyê Adirbêcanê çawa karta kirinên nû hatîye qebûlkirinê.

Em bangî civaka navneteweyî dikin, ku ew nêzîkbûnên xwe careke mayîn lê binihêrin û gavên anegor biavêjin bona ku sîyaseta Adirbêcanêye têrorîstî û komkuj bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button