H’emû nûçeSereke

“Fîaskoa  atomî”  ya  Elîyêv:  asta bi dereca serokê dewletê ya dijî Grosî, yê ku bi çevê xwe li Mêsamorê dîtîye

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv careke mayîn elametîyên nerast yê derheqa xebata  stansîya Ermenîstanêye atomîda belav kirine û careke mayîn gotîye ku stansîya Ermenîstanêye atomî bona temamîya herêmê qezîyayê raber dike.

Elîyêv gotîye, ku stansîya atomî bi têknolocîyên kevin dixebite û gelek pirsgirêkên wê hene.Ewî usa jî serda zêde kirîye ku giva Ermenîstan bi neqanûnî bi firotana hinek matêrîyalên atomîva mijûl dibe, yên ku li stansîya atomî tên çêkirinê.

Ev elametî serokê Adirbêcanê wextê hevdîtina tevî serokê ajansa navneteweyî, ya ênêrcîya atomî Rafayêl Marîano Grosî gotîye. Elîyêv bîr kiribû, wekî çend meh pêşda Rafayêl Grosî li Ermenîstanê bû û ew li stansîya Ermenîstanêye atomî qesidîye, lê piştî seredana xwe jî Twittere da werguhastinên li stansîya Ermenîstanêye atomî baş qîmet kiribû.

“Êkonomîka Ermenîstanê li ser stansîya Mêsamorêye atomîye û ajasa navneteweyî wê piştgirîya xwe berdewamke ku pirsên ewlehkarîyê her dem çareserkirîbe.Ez şame ku li ber çevê xwe wergöhastinên ewlehkarîya li stansîya Mêsamorê dibînim”,- Grosî rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button