Wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Hindistanêye karên der pirsên derheqa ewlehkarîya herêmî û navneteweyî hatine gotûbêjkirinê

Nava doranên hemcivîna bi sernavê “Dîyaloga Raîsîna”, ya ku Nyû Dêlîyê bû, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Hindistanêyî karên der Sûbramanyam Cayşankar hatîye.
Girêdayî dînamîka kûrbûna dîyaloga sîyasîra, ya di navbera Ermenîstanê û Hindistanêda, alîya razîbûna xwe dane dîyarkirinê û wî alîda seredanên derecebilind û kontaktên nava govekên mayînda girîng hesab kirine.
Wezîrên herdu welataye karên der cêrge pirsên rojeva dualî, yên nava govekên bîznêsê, têknolocîyên bilind, perwerdê, çandê, tûrîzmê û govekên mayînda gotûbêj kirine.
Cêrge pirsên derheqa ewlehkarîya herêmî û navneteweyîda jî hatine gotûbêjkirinê.Ararat Mîrzoyan halê pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê raberî hevkarê xwe kirîye.
Xeberdan usa jî derheqa halê hûmanîtarî, yên li Qerebagê çûye, yê ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye.







