H’emû nûçeSereke

Wezîreta  Ermenîstanêye karên der kirinên azêrîya çawa têrorîzm qîmet kirîye

 5 ê adarê rûyê kirina dîvêrsîyonda, ya li Qerebagê sê xebatkarên îdara wezîreta Qerebarêye karên hundur, yên serwêrtîya pasporta û vîza hatine kuştinê, yek jî birîndar bûye.

Melûmetî şedetîya wê yekê didin, wekî ew kirin provokasîya ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda progiramkirî bûye.Piştî wê bûyarê organên Adirbêcanêye fermî melûmetî belav kirin ku giva înformasîya ketine destên wan ku ji Ermenîstanê sîliha cîguhastî Qerebagê dikin û wana jî ew yek mîyaser kirîye.

Ev gotina Adirbêcanêye fermî ya bêfikire, çimkî ew nikarin tu şedetîkê raberkin.Ev yek piştî birîyara mehkema navneteweyî qewimîye, ya ku ew gotina Adirbêcanê înkar kir ku giva ji Ermenîstanê mîna cîguhastî Qerebagê dikin.

Vîdêoya bin destê polîsîya Qerebagêda şedetîya wê yekê dide, wekî koma azêrîyaye dîvêrsyîon êrîş birîye ser mîkroavtobûsa “ÛAZ” ê, kîjanêda çar xebatkarên wezîreta Qerebagêye karên hundur hebûne, yên ku bi mermên xebatê ji Stêpanakêrtê diçûne gunda.Vîdêyoyêda dîyare wekî xêncî dokûmêntên xebatê û sîlihên xebatkarên polîsîyayê, avtomaşînêda tu tiştekî mayîn tunebûye.

Kirinên koma Adirbêcanêye dîvêrsyîon meriv dikare tenê çawa yên têrorîstî qîmetke. Eva îdî nêzîkî serê sê mehaye ku korîdora Laçînê hatîye girtinê û li rex vê yekê jî Adirbêcanê merem danîye pêşîya xwe ku paqijkirinên êtnîkî li Qerebagê mîyaserkin.

28 ê sibatê hêzên azêrîya agir barandine  berbi binelîyê gundê nehîya Martûnîyê, yê ku xebatên malhebûna gundîtîyê dikir.Usa jî 2-3 ê adarê rêjîma agirbestê hatîye teribandinê.

Komara Ermenîstanê bangî civaka navneteweyî dike, ku bi cûrê berk kirinên Adirbêcanê gunehkarkin û gavên praktîk bona wê yekê biavêjin ku Adirbêcan borcdarîyên xweye navneteweyî mîyaserke.

Nava qewilên pêşdahatîda ew yek dibe pêwîstî ku koma navneteweyî ya dîtindarîyê bişînine korîdora Laçînê û Qerebagê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button