Êrîşa dîvêrsîyon ji alîyê Adirbêcanêda pêşda hatibû progiramkirinê: bûyara li Qerebagê raberî dîplomatên ji welatên der kirine

Li wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtina cîgirê wezîrê karên der Vahê Gêvorgyan û wekîlê pirsên Ermenîstanêye hiqûqî Yêgîşê Kîrakosyan, ya tevî wekîlên dîplomatên welatên dere li Ermenîstanê pêk hatîye.
Cîgirê wezîr êrîşa dîvêrsîyon, ya 5 ê adarêye li Qerebagê bi hûrgilî raber kirîye.
Vahê Gêvorgyan daye dîyarkirinê, wekî ew yek teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 îye û ew dîvêrsîya ji alîyê Adirbêcanêda pêşda hatibû progiramkirinê. Guhdarîya beşdara teglîfî ser vîdêyoya belavkirî kirine, ya ku dide kifşê, wekî elametîya ji alîyê Adirbêcanêda kirî ne anegorî rastîyêye. Hatîye gotinê, wekî hedefa dîvêrsîyayê ya leşkerî nîbûye.
Vahê Gêvorgyan gotîye, wekî Adirbêcan bi menîyên cûre-cûre qewatê dide xebatê bona ku helkirinên yekalî mîyaserke.
Wekîlê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqî Yêgîşê Kîrakosyan jî serda zêde kirîye wekî mehkema navneteweyî Adirbêcanê borcdar dike vekirina korîdora Laçînê bide çareserkirinê û Bekû terka kirinên neqanûnî bide.







