Meriv nikare cûrekî mayîn, xêncî qîmetkirina çawa gava têrorîstî, kirinên koma Adirbêcanêye dîvêrsîyon qîmetke: serokwezîrê Ermenîstanê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hemsedirê koma Mînskêyî ji Fransîyayê Brîs Rokfoy qebûl kirîye.
Serokwezîr guhdarîya hemsedirê koma Mînskê teglîfî ser wê êrîşa Adirbêcanê kirîye, wextê kîjanê koma dîvêrsîyon li Qerebagê êrîş birîye ser avtomaşîna polîsîyayê, nava encamên wê yekêda sê xebatkarên wezîreta Qerebagêye karên hundur hatine kuştinê, yek jî birîndar bûye.
Nîkol Paşînyan gotîye wekî meriv nikare kirina Adirbêcanêye dîversîyon cûrekî mayîn qîmetke çimkî ev yek kirina têrorîstîye û serda zêde kirîye wekî eva îdî serê sê mehaye ku li Qerebagê krîzeya hûmanîtarî ji alîyê Adirbêcanêda pêşda hatîye û Adirbêcan bi wê yekêva tevayî kirinên têrorîstî dijî binelîyên Qerebagêye ermenî mîyaser dike.
Herdu alîya jî qirara mehkema navneteweyî ya derheqa vekirina korîdora Laçînêda girîng hesab kirîye.
Serokwezîr serda zêde kirîye, wekî nava qewilên sazbûyîda şandina koma navneteweyîye li korîdora Laçînê û Qerebagê, dibe pêwîstî.
Pirsên derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî pirsgirêka Qerebagêda, hatine gotûbêjkirinê.







