H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê ne tenê hindava Arsaxê, lê usa jî hindava Ermenîstanê cûrê pêvajoya sertkirina hal daye pêşîya xwe bona agrêsîya nû: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî derheqa înformasîya Adirbêcanêye  nerastda belav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî  Adirbêcanê ne tenê hindava Arsaxê, lê usa jî hindava Ermenîstanê cûrê pêvajoya sertkirina hal daye pêşîya xwe bona agrêsîya nû.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê:

“ 7 ê adarê wezîreta Adirbêcanêye parastinê bona ku civaka navneteweyî bike nava şaşîyê, elametîya nerast belav kirîye, bi kîjdanê gotîye wekî giva cêrga têknîka leşkerî ya hêzên Ermenîstanê bi rêberîya aşîtîparêzên rûs derbaz bûye û wekî bi wê rê giva cîguhastina hêzên Ermenîstanê qewimîye.

Em bi fermî dibêjin, wekî ev înformasîya ya derewe û ne li gorî rastîyêye.

Bi elametîyên vî cûreyî Adirbêcan dicêribîne guhdarîya civaka navneteweyî bibe alîkî mayîn:

1. Ji kirina têrorîstîye 5 ê adarê, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye mîyaserkirinê, sê xebatkarên polîsîya Qerebagê hatine kuştinê, yek jî birîndar bûye.

2. Girêdayî birîyara mehkema navneteweyîra, ya derheqa korîdora Laçînê, kîjanê Adirbêcan naxweze mîyaserke, ew elametîyên wî cûreyî belav dike.

3. Ew naxweze borcdarîyên xweye li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î biqedîne.

Bona dûrxistina guhdarîya civka navneteweyî, Adirbêcanê pêvajoya belavkirina înformasîyonên nerast, yên derheqa sertkirina halda destpê kirîye.Em wê yekê îzbat dikin, wekî li Qerebagê eskerê Komara Ermenîstanê tune. Bona kontrolkirina vê yekê pêwîste ku koma navneteweyî bişînine Qerebagê, feqet ev pêşnîyar ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda hatîye înkarkirinê.

Bi îzbatkirina wê yekê, ku Ermenîstan dixweze ku li herêmê aşîtî îzbatbe, em careke mayîn dibêjin ku gerekê koma navneteweyî, ya dîtindarîyê bişînine Qerebagê û korîdora Laçînê, bona ku agrêsîya nû, ya ji alîyê Adirbêcanêda û paqijkirinên êtnîkîye hindava cimeta Qerebagêda, usa jî amadekarîyên bona komkujîyê, bêne sekinandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button