Bayloza ŞAY soz dide ku hemû tiştî bike bona ku dew û doza ermenîya û azêrîya bê helkirinê û heleqetîyên ermenîya-tirka bêne normalkirinê

Bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Krîstîn Kwîn, ya ku du hevtê pêşda hatîye Yêrêvanê û qulixa xweye dîplomatî li Ermenîstanê destpê kirîye, soz dide ku ewê hemû tiştî bike bona ku dew û doza ermenîya û azêrîya bê helkirinê û heleqetîyên ermenîya-tirka bêne normalkirinê.
Nava vîdêyoya baylozxanêda ew dibêje:
“Ez zanim, wekî nava van salên dawîda gelek dew û doz qewimîne û minra li hev hatîye ku ez derheqa dijwarîyên li Ermenîstanê pê bihesim. Ez soz didim, li gorî qewata xwe hemû tiştî bikim bona ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda aşîtî îzbatbe û heleqetîyên ermenîya-tirka bêne normalkirinê.
Ermenîstan layîqî jîyanê edile. Pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya qewînin, ezê cedandina nehêvşînim bona ku pêwandîyên me qewînbin û bona pêşeroja baş emê alî Ermenîstanê bikin”.







