Yekîtîya Avropayê bangî Adirbêcanê kirîye ku çûyîn-hatina aza û bêqezîya, ya bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê

Yekîtîya Avropayê mînanî berê xemgîne wekî teribandina çûyîn-hatina aza, ya bi korîdora Laçînê hukumî ser mafên cimeta Qerebagê dike, nava wanda usa jî ser mafên stendina alîkarîya doxtirîyê, perwerdê û stendina xurek.Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda malpera Yekîtîya Avropayêye fermî nivîsîye.
“Yekîtîya Avropayê bangî desthilatdarîya Adirbêcanê û hemû cabdara dike ku çûyîn-hatina aza û bêqezîya, ya bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê, ya li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î û pêra jî birîyara mehkema navneteweyî bê xweykirinê. Yekîtîya Avropayê bangî Adirbêcanê û Ermenîstanê dike ku dîyalogê berdewam bikin.Em bêsebir hîvîya berdewama pêvajoya edilin, ya bi piştgirîya serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl”,- nava lametîyêda hatîye gotinê.







