H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê derheqa qezîya şerê nûda elam kir: ewê berbi êskalasîya nû here heger rêaksîya  civaka navneteweyî zeyîfbe: Êdmon Marûkyan

Piştî hevdîtina 1 ê adarê, ya li Xocalûyê, Adirbêcanê hindava serokatîya Arsaxê gef xwerine wextê kîjanê gotîye, wekî ew yan gerekê sîyaseta întêgrasîyon qebûlkin, yan jî pirsgirêk wê neyêne helkirinê, heger usa nîbe gavên hişk wê bêne avîtinê.Derheqa wê yekêda serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan wextê civîna şêwira ewlehkarîyê gotîye.

Dora wê têmayê  Factor TV  ê tevî baylozê pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan qise kirîye.

Marûkyan daye dîyarkirinê,wekî sîyaseta Adirbêcanê ya ku eva îdî serê du salaye ji alîyê wêda tê mîyaserkirinê, hema dijî wê dixebite. “Ez dixwezim bêjim wekî nenihêrî wê yekê ku Adirbêcanê elam kirîye, ku ew amadene li Arsaxê ewlehkarîya meriva bidine çareserkirinê û mafên wan biparêzin, lê niha bi girtina korîdora Laçînê, bi kuştina meriva û sîyaseta paqijkirinên êtnîkî, bi kirinên dîvêrsîyon û têrorîstî ew niha li ber dinîyayê tiştekî mayîn didine kifşê. Dinîya  ne tenê bi elametîya, lê usa jî bi kirina dinihêrin”,- Êdmon Marûkyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî piştî birîyara mehkema navneteweyî, zelal dibe wekî Adirbiêcan nava nêzîkbûnên xweda nava çarçoveya navneteweyîda bin dikeve. Bi gotina Marûkyan, Adirbêcanê digot wekî korîdora Laçînê girtî nîne, lê mehkemê got, ku ew girtîye û tu gerekê çûyîn-hatinê bidî çareserkirinê.

Bi xeberldana derheqa wê pirsêda wekî Adirbêcan mêxanîzmên navneteweyî înkar dike û bi gefxwerina dibêje, ku gerekê yan berbi întêgrasîyayê herin, yan jî wê gavên hişk bêne avîtinê, Marûkyan gotîye wekî Qerebag nava Adirbêcana serbestda tu cara nehatîye întêgrasîyakirinê. Ew yek ne  gorî rastîyêye.

Bi gotina Marûkyan Adirbêcanêra întêgrasîya pêwîst nîne, çimkî ew baş zanin wekî ew yek tiştê bûyînê nîne ku meriv nikarin tevî wana bêne întêgrasîyakirinê, yên ku ew kuştine. “Adirbêcanêra axa bêyî meriv  lazime. Nêzîkbûnên Adirbêcanê wê berbi êskalasîyayê bibin”,- Marûkyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button