H’emû nûçeSereke

Bekû wê hukumê xwe zêdeke bona ku li Arsaxê paqijkirinên êtnîkî mîyaserke û bona ku Ermenîstan berbi berdaxustina here: Rûbên Safrastyan

5 ê adarê, Bekû berbi provokasîya bi sirê çû. Dîvêrsanta agir barandine ser avtomaşîna xebatkarên polîsîyayê û nava  encamên wê yekêda sê xebatkarên polîsîyayê hatine kuştinê, yek jî birîndar bû. Berî wê yekê agir barandibûn ser merivekî ku xebatên  li deştê dikir, lê  wî çaxî tu kes zîyanê neket. Bona çi Adirbêcan tabîya wî cûreyîye agrêsîv dide kifşê. Dora wê têmayê akadêmîk, rojhilatzan Rûbên Safrastyan xeberdaye. Bi gotina wî, Adirbêcan li gorî  hesabên xwe gerekê hukumê ser Arsaxê zêdeke, gerekê bicêribîne ji Ermenstanê diha zêde tiştî bistîne, gerekê usa bike ku bighîje paqijkirinên êtnîkî, komkujîya li Arsaxê. Eve armanca Adirbêcanê, ku ew Arsaxa bêyî arsaxîya bistîne û mecbûrke wekî Ermenîstan wê yekêra qayîlbe.

Safrastyan gotîye, wekî nava hevraxeberdanên Stêpanakêrtê û Bekûyêda navçîgarî pêwîste, bona ku şuxulkarî normal pêşda here, lê ne ku Adirbêcan bicêribîne pêvajoyê bona xwe pêşda bibe. Ewî gotîye, wekî sîstêmên navneteweyî gerekê hukumî ser Adirbêcanê bikin bona ku Bekû qayîlbe, ku navçîgar nava hevraxberdanada hebin.

“Hukumên li ser Adirbêcanê çiqas diçin zêde dibin, girêdayî birîyara mehkema Haagayêra. Ez difikirim, wekî dîplomatîya Ermenîstanêra li hev hatîye nava salekêda pirsa Arsaxê bikine ya fermî, bikine merkeza doranên navneteweyî”,- rojhilatzan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî li ser fona şerê Ûkraînayê  rola hevkarîya Adirbêcanê bona Rojavayê zêde bûye û gelo ji alîyê Rojavayêda wê hukumkirin hebin, yan na? Safrastyan gotîye, wekî Rojava wê yekê qebûl dike ku Qafqasîya Başûr gerekê bibe herêma hevkarîya aşîtîyê û heger dîplomatîya Ermenîstanê bikaribe bide kifşê, wekî Adirbêcan dijwarîya wê yekêye hîmlîye, mecalê çêbe ku bi wê yekê hukumê li ser Adirbêcanê diha zêdeke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button