H’emû nûçeSereke

Heger tu tiştekî başqe nebe, wî çaxî sala 2023 a nêzîkî du mîlyon tûrîs wê li Ermenîstanê biqesidin: Aprêsyan

Heger li Ermenîstanê tu tiştên başqe nebin û goveka tûrîzmê wî cûreyî berdewambe, îsal hejmara tûrîsta dikare bighîje du mîlyon merivî. Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda serokê fêdêrasîyona Ermenîstanêye tûrîzmê Mêxak Aprêsyan gotîye.

“Çareserkirina du mîlyon nîv tûrîstaye li Ermenîstanê, gilî derheqa sala  2026 a ne, cedandinên mezin naxweze. Nava du-cê salên pêşîya meda meriv dikare bighîje wê hejmarê”,- Aprêsyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan gerekê tabîya xwe nava sûka hemcîhanîda îzbatke û bona wê yekê pêwîste sîyaseta zelal mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button