H’emû nûçeSereke

Nava sê-çar salada wê zêlalbe ku bi têknolocîyên çi cûreyî wê stansîya Ermenîstanêye atomî bê çêkirinê: cîgirê wezîr

Li gorî bernama ênêrgêtîkîye hetanî sala 2040 î hatîye dîyarkirinê, wekî  xebata bloka stansîya Ermenîstanêye atomî ya duemîn wê dîsa bi deh salava bê dirêjkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Hakob Vardanyan gotîye.

Bi gotina wî, îdî lêkolîn hatine kirinê û hatîye dîyarkirinê, wekî qîmetkirina çêkirina bloka nû dikeve nava çarçoveya 150 mîlyon dolarî. Bi gotina cîgirê wezîr, hevkarî tevî welatên cuda-cuda tê mîyaserkirinê û hatîye dîyarkirinê, wekî piranîya wan xebata wê ji alîyê kompanîya rûsîye “Rosatomê” da bê mîyaserkirinê. Xebatên bona dirêjkirina wedê xebata stansîya atomî gerekê hetanî sala 2026 a ser hevda bên. Stansîya atomî wê dîsa deh sala bixebite, lê nava sê-çar salên pêşîyêda xebatên girêdayî peymanara jî wê ser hevda bên.Wî çaxî wê  îdî zelalbe ku bi têknolocîyên çi cûreyî stansîya atomî wê bê çêkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button