H’emû nûçeSereke

Di peywendîya têlefonê ya li gel Pûtîn-Paşînyan tekezî li ser bersiva guncaw ya Rûsyayê kir

Di peywendîya têlefonî ya di navbera serokwezîr Nîkol Paşînyan û serokê Fêdêrasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da, krîzeya mirovî ya li Qerebaxê ya ji ber dorpêçkirina neqanûnî ya korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanê da didome, hat gotûbêjkirin. Di vê derbarê de NEWS.am ji serokatîya  serekwezîr  agahdar dike.

 “Di vê çarçoveyê de serokwezîr Paşînyan amaje bi opêrasyona têrorî ya Adirbêcanê ya ku di  5 ê adarê de li Qerebaxê pêk anî û encamên wê kir. Di çarçoveya derbazkirina qeyrana li Qerebaxê de, serokwezîrê Ermenîstanê bal kişand ser bersiva guncaw ya Fêdêrêsyona Rûsyayê.

Her wiha li ser pêvajoya têkilîyên peywendîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê jî fikir hatin pevguhartin.

Mijarên têkildarî pêkanîna daxuyanîyên sêalî yên serokên Ermenîstanê, Rûsyayê û Adirbêcanê yên di 9 ê mijdara  sala 2020 î, 11 çileya sala  2021 ê, 26 ê mijdarê û 31 ê cotmeha sala  2022 a  da hatin gotûbêjkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button