Dîyarkirina sînora tenê wî çaxî dikarin bikin, dema ku Adirbêcan ji axa Ermenîstana serbixwe derkeve: Rûbên Galîçyan

Dîyarkirina sînora tenê wî çaxî dikarin bikin, dema ku Adirbêcan ji axa Ermenîstana serbixwe derkeve. Derheqa wê yekêda xerîtezan Rûbên Galîçyan gotîye.
“Dema ku min derheqa xerîtada dinivîsî, min digot ku Adirbêcanê çi cûreyî dîrok feş kirîye. Wî çaxî dîrokzanên ermenî digotine min ku tu wede unda dikî, çimkî li dinîyayê hemû kes zane wekî gotinên Adirbêcanê ne yên rastin.Dema ku tu diçî welatekî der û kitêbxwanêda kitêbên nerast dibînî, tu pê dihesî wekî ew kitêb ne yên rastin, kîjanada dane dîyarkirinê, ku dîroka Adirbêcanê dighîje 3000 salî. Ev yek bere- bere dibe rastî.Adirbêcanê tiştên wî cûreyîye nerast berdewam bike, ku dawîyê bona cimeta ew yek bibe rastî”,- Rûbên Galîçyan nivîsîye.
Bi gotina wî, Adirbêcan bi pera dîrokê û cêografîyayê dikire û ewê her dem wê yekê bike.
Galîçyan daye dîyarkirinê, wekî dîtindarên Yekîtîya Avropayê pirsgirêkên di navbera Ermenîstanê û Adirbiêcanêda nizanin.
Bi xeberdana derheqa dîyarkirina sînorada, ewî gotîye wekî dîyarkirina sînora wî çaxî dikarin bikin, dema ku Adirbêcan ji axa Ermenîstanêye serbixwe derkeve.







