H’emû nûçeSereke

“Dorana maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê gerekê cimeta Qerebagê û hukumata wê birîyarke”: serokwezîrê Ermenîstanê

“Pirsa maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê bona me gelekî girînge û armanceke meye serekeye.Li gorî femdarîya me ew yek wê rastbe ku berî her tiştî ew pirs ya cimeta Qerebagêbe”,- serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, axaftina hîmlî gerekê di navbera Bekûyê û Stêpanakêrtêda pêk bê: “Ev prosês me tînin li ser fikireke usa wekî bêyî garantîya mêxanîzmên navneteweyî nikarin pêşda herin”,- Paşînyan gotîye û bîr arnîye, wekî li Myûnxênê serokê Adirbêcanê gotîye ku pevketina navneteweyî derheqa maf û garantîyayên ermenîyên Qerebagêda heye, lê piştî hevdîtinên wekîlên Qerebagê û Adirbêcanê zelal bûye ku Bekûyê pirsa întêgrasîyayê pêşda kişandîye: “Me dît, wekî nava mehekêda xeber çawa hatine guhartinê. Pirs nava xeberdanada nîne, lê nava pevketinêdane, kîjanê Adirbêcan xweyî nake. Lê mecala destpêbûna êskalasîyayê  mezine”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button