Pêşdaçûyîna dîyaloga ermenîya-îraqîyaye sîyasî pirseke girînge, ya sîyaseta Ermenîstanêye der: Rostem Bekoyan

Bi qîmetkirina kemal û girîngîya stratêcî, ya Rojhilata Navîn gerekê bêjin wekî Îraq nava hemtêksta sîyaseta Ermenîstanêye derda cîhekî cudadane.Derheqa wê yekêda serokê koma dostîyê, ya Ermenîstanê û Îraqê Rostem Bekoyan gotîye, dema ku ew rastî endamên koma dostîyê, ya parlamênta Îraqêye Îraq-Ermenîstanê hatîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî li rex wê yekê usa jî pêwandîyên êkonomîkî û çandî pêşda diçin. Parlamêntvanên ermenî û îraqî nava pirsa pêwandîyên êkonomîkîda derheqa çûyîn-hatina teyaraye ji Bexdayê berbi Yêrêvanê, ji Hewlêrê berbi Yêrêvanê, derheqa tûrîzmê û kirîn-frotanêda xeberdane. Hatîye gotinê, wekî di navbera herdu welatada zivira kirîn-frotanê gihîştîye 200 mîlyon dolarî û nava wê prosêsêda potênsîyala mezin heye.
Derheqa goveka çandîda jî hatîye dîyarkirinê, wekî nêzîkî 300 xwendikarên îraqî li Ermenîstanê dixwînin û xwestin heye ku ew hejmar bê zêdekirinê.







